BERLÎN
Lijneya Wezîran a Almanyayê di seroktiya Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê de kom bû û bi daxwaziya Tirkiyeyê dema wezîfeya 400 leşkerên ku NATOyê şandibû û fuzeyên patrîotan salekê dirêj kir. Ji bo ku dema wezîfeya patrîotan dirêj bibe divê Meclisa Federal qerar tesdîq bike.
Meclisa Almanyayê di sala 2012an de biryara wezîfedarkirina 2 bateryayên patrîotan û 400 leşkerên alman dabû ku heta 31ê çileya paşîn ya 2014an li Tirkiyeyê bin. Piştî vê biryarê leşkerên alman di çileya pêşîn ya 2013an de li Kahramanmaraşê dest bi wezîfeyê kiribûn.