ÛBARÎ
Fîzan li başûra Libyayê cihê herî dûr e û ekîba AAyê çû herêma Fîzanê. Di dema Osmaniyan de Fîzan wek herêma herî dûr dihat hesibandin û cihê sirgûnê bû. Ekîba AAyê li vê herêmê li bajarên Sebha, Ûbarî û Gatê geriya.
Ev herêm niha di bin kontrola qebîleya Tûareg (Tavarik) de ye û li herêma Fîzanê rêveberiya herêmî, dad, ewlehî jî ji aliyê Tûaregan ve tê kirin. Li vir heyeta rûsipiyan û serokên heyetan heye û wekî rêveberiya Siltanan organîze bûne. Ekîba AAyê bi serokê vê rêveberiyê re, bi Siltanê Libyayê Ebû Bekir el-Feqî re axivî û li Fîzanê şopên tirkan, çanda Tûaregan û rewşa îroyîn a Fîzanê lêkolîn kir.
Fîzan li başûra Libyayê û di dîroka Efrîqayê de xwediyê dîrokeke 10 hezar salî ye. Fîzan cihê karwanan e. Di çanda me de gotinên wek "Tu biçî Fîzanê jî ez ê te bibînim", "Heta Fîzanê rêya te heye" hê jî tên bikaranîn. Fîzan ji Tirkiyeyê 3 hezar kîlomêtro, ji Trablûsa paytexta Libyayê jî hezar kîlomêtro dûr e. Fîzan li nav Çolistana Sahraya Mezin e û mezelên serbazên Osmaniyan ên ku li vir berpirsiyar bûne hê jî hene. Osmaniyan li vir fealiyetên îmarê jî kirine û bajarê Cermayê ya Osmaniyan ava kiriye hê jî li ser piya ye.
- Têkiliyên Tûareg û Tirkan
Siltan Feqiyê ku di heman demê de li Zanîngeha Trablûsê Profesorê Dîrokê ye têkiliyên Osmaniyan û Tûaregan ji AAyê re nirxandin û wiha got: "Nifûsê Tûaregan li Rojavaya Efrîqayê nêzî 5 milyonan e, li Libyayê jî nêzî 600 hezarî ye. Em bi hezar salan azad jiyîn. Azadiya me ji rihê çolistanê tê. Osmaniyan siyanet dan azadiya me û têkiliyên dostane danîn. Xwînnerijandin û şer nexwestin. Lê îro jî gelê Tûaregê piştgiriyê da Şoreşa Libyayê. Piştî şoreşê em mafên xwe yên sirûştî dixwazin: Perwerdeya bi zimanê dayikê, bila nasnameya Tûaregan di makezagonê de cih bigire û ji bo herêma Fîzanê xizmet were kirin.
Feqî di axaftina xwe de destnîşan kir ku Osmaniyan li herêmê girîngî daye çêkirina vahiyan jî û diyar kir ku bajarên Sebha, Ûbarî û Gatê Osmaniyan ava kiriye û wiha got: "Tiştên ku Osmaniyan ava kiriye hê jî li piya ne. Gelek şirketên înşeatê yên tirk ji bo ku li vir santrala ava bikin û xebatên înşeatê bikin li herêma me ne."
Feqî şirketên tirkan û tûrîstan vexwendin Fîzanê, lê destnîşan kir ku li vir pirsgirêka ewlehiyê jî heye.
- Tûareg girîngiyê didin perwerdeyê
Siltan Feqî destnîşan kir ku bi taybetî girîngiyê didin perwerdeya keçan û di bin rêveberiya Qedafî de Tûaregî cahil mane û ji bo ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin dixwazin ciwanên zana perwerde bikin. Feqî got ku xwediyê dîrokeke 10 hezar salî ne û Tûareg bi ticaretê debara xwe dikin. Bi taybetî di nav Bûrkîna Faso, Cezayir, Libya, Malî û Nijerê de parçe bûne û bê dewlet mane û wiha got: "Dagirkeran bi vî awayî Tûaregan di nav pirsgirêkan de hiştin û vekişiyan û paşê jî stratejiya îdarekirinê meşandin."
Feqî destnîşan kir ku ne bo dewleteke serbixwe, ji bo ku çanda Tûaregan xurt bibe tekoşîna civakî û siyasî didin.