QAHÎRE
Hat ragihandin ku Serokomarê Misrê Mihemed Mursiyê ku bi derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin ji bo danişîna doza "êrîşên girtîgehê" anîn hêwana dadgehê.
Têlevizyona dewletê daxuyand ku Mursî û 21 bersûcên ku bi wî re tên darizandin anîn hêwana dadgehê ya Akademiya Polêsan. Hêzên ewlehiyê li der û dora akademiyê tevdîrên ewlehiyê hildan.