Di dengdayînê de 15 endamên KENYê jî ji bo qebûlkirina pêşnûmayê gotin erê. Rûsya û Çînê di sê pêşnûmayên berê de li dijî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed tevgeriyabûn û deng nedabûn Sûriyeyê, lê di vê pêşnûmayê de wan jî got erê.
Di nivîsara biryarê de tê xwestin ku bila li çar aliyê welêt agirbest bê kirin, bila bihêlin ku alîkariya mirovahiyê bigihîje her derê Sûriyeyê û dorpêçiya li ser bajaran bê rakirin, êrîşên ku rejîm ji hewayê dibe ser bajaran bila bisekinin. Dibistan û nexweşxaneyên ku tê de çek û leşker jî hene divê bên valakirin.