MADRÎD
Li rêvebiriya xweser a Katalonyayê ku li rojhilata Îspanyayê dikeve, di meha ku derbas bû de 3 partiyên îqtidar û mixalefetê ji bo ku di 9ê çiriya paşîn de referandûm were îlankirin gavê ewilîn ê fermî avêtin.
Bi hewldanên Koalîsyona Yekîtiyê û Meyldariyê (CIU) ku li Katalonyayê bi tena serê xwe îqtidar e û Çepgirên Komarparêz ên Katalonyayê (ERC) ku ji derve de piştgiriyê didin û Partiya Kesk a ku di mixalefetê de ye, pêşnûmaya ku pêşkêşî Parlamentoya Katalonyayê kiribûn hat qebûlkirin. Li gor pêşnûmayê ji bo ku di 9ê çiriya paşîn de referandûm were kirin dihat xwestin ku Meclisa Îspanyayê destûrê bide meclisa Katalanyayê. Di parlamentoya Katalanyayê ya ku bi 135 kesan tê temsilkirin de di encama dengdayînê de 87 erê, 43 na û 3 deng jî bêteref derket.
Di Parlamentoya Katalonyayê de Partiya Gel (PPC), Cîûtada'n (C's) û Partiya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC) ku di mixalefetê de ne rayên "na" avêtin, Yekîtiya Gel a Katalonyayê (CUP) her çiqas pişgirî bide referandûmê, bi mebesta "Katalonya ji kesî destûr naxwaze" di dengdayînê de bêteref ma. Lê ji PSCyê 3 parlamenter li dijî biryara partiya xwe derketin û di dengdayînê de gotin "erê" û ev di nav PSCyê de bû mijara nîqaşê û parlamenterek ji partiyê îstifa kir.
Li ser navê CIUyê Jordî Tûrûll di Parlamentoya Katalonyayê de axivî û pêşnûmayê parast. Tûrûl destnîşan kir ku hewldaneke demokratîk dikin û wiha got: "Em dîroka Katalonyayê dinivîsin, lê em nikarin vê serê kesî bixin û bidin fehmkirin."
Berdevka ERCyê Marta Rovîra jî li ser navê partiya xwe axivî û wiha got: "Îro ji bo pêvajoya serxwebûna Katalonyayê rojeke dîrokî ye. Me her tiştî ceriband û ji bo ku hikûmeta Îspanyayê bersiv bide, em derfetekê didin. Heke hikûmeta Îspanyayê ji bo referandûmê destûrê nede, ev tê wê meneyê ku demokrasiyê Îspanyayê li ser înkar û tunekirin û bindestkirinê ava bûye."