Serokê Dewleta Filîstinê Mehmûd Ebbas got ku pêşnûmaya biryarê ya ji bo ku dagirkeriya Îsraîlê dawî bibe hat amadekirin wê îro bi hin sererastkirinan ve pêşkeşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bibe.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê Ebbas û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jojn Kerry li ser têlefonê axivîn.
Ebbas got ku der barê înşaeta avakirina avahiyan yên li Qûdsa Rojhilat de Filîstin tu guherînan nake û tevgerên wan heman tevger e.
HAMASê der barê biryarê de wiha gotibû: "Em pêşnûmaya biryarê ya ku pêşkeşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin qebûl nakin. Em daxwaz dikin ev pêşnûmaya ku dixwaze pirsgirêka Filîstinê tesfiye bibe û gelek mafê gelê me tawizan dide bila paş ve bê kişandin."