Li gor agahiyên ku ji rayedarên firmayê hatin bidestxistin li Tunela Pîrmamê ya li ser rêya navçeya Selahaddîn (Masîf) û Hewlêrê ya ku firmayeke tirk çêdike de, hezaz çêbû. Hesina ku li dîwara tunelê hatibû montekirin tep bû û 3 karkerên tirk ên ku asê man mirin, kesek jî birîndar bû.
Hat ragihandin karkerên ku mirin Ahmet Şahîn (45) û Mehmet Şahînê (40) ku birayên hev in û Celal Bîlmen (55) in. Termên karkeran rakirin Nexweşxaneya Rizgarê ya li Hewlêrê û hat diyarkirin ku dê cinazeyên wan bi balafirê bişînin Tirkiyeyê û karkerê ku di qezayê de lingê wî şikest jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.