Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) "rûniştenike taybet" li dar xist û di rûniştinê de qanûna ku ji 14 madeyan pêk tê û pêş dibîne ku Helebçe bibe bajêr, bi piraniya dengan qebûl kir. Li gor vê madeyê Helebçe li Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî fermî wek bajêr hat îlankirin.
Parlementer di "rûniştina taybet" a li "Hêwana Konferansê ya Abîdeya Şehîdiyê" ya li Helebçeya navçeya bajarê Silêymaniyê hatin bal hev. Parlementer di civîna ewil de ji bo statuya navçeyê hevdîtin kir û di rûniştina taybet de jî yek bi yek li ser madeyan sekinîn. Pişt re derbasî dengdayîna madeyan bûn. Parlementeran qanûna ku ji 14 madeyan pêk tê, qebûl kir.
Piştî ku dengdayîn temam bû civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Parlementoyê Yûsiv Mihemed Sadiq û Arîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubat Talabanî bi hev re mizgînî dan ku Helebçe bû bajêr.
Serokê Parlementoyê Sadiq di axaftina xwe de diyar kir ku sedemê li Helebçeyê kirina "rûniştina taybet" ew e nîşan bidin ku qetlîmanên ku di rabirdûyê de hatin kirin û gelê mezlûm ji bîr nekirin.
Sadiq wuha got: "Em dê şehîdên xwe ji bîr nekin" û wiha axivî: "Me di rûniştina xwe ya li Abîdeya Şehîdiyê de di heman demê de kesên ku rastî qirkirina êzdiya hatin jî bi bîr anîn. Ji niha pê ve ya dikeve li ser milên me ew e ku em sînorên îdarî diyar bikin û pêk bînin ku birêvebiriyên herêmî yên hewcedar dest bi kar bikin."
Arîkarê Serokwezîr Talabanî jî destnîşan kir ku biryarê wan kêfxweş kir û wiha axivî:
"Ez li ser navê hikûmeta Kurdistanê hemû gelê Helebçeyê û malbatên şehîdan pîroz dikim. Ev biryara dîrokî ya ku Parlementoya Kurdistanê da, berpirsyariyên mezin dixe sitûyê me. Kabîneya me ji bo ku daxwaz û hewcedariyên gel pêk bîne dê bi rayedarên îdarî yên Helebçeyê re di nav piştgiriyê de be. Ez spasiya her kesê ku di dayîna vê biryarê de rola wan heye, dikim."
Qaymeqamê Helebçeyê Erkan Hesen jî got "Hewlên ku hatin dayîn bêencam neman. Bajarbûna Helebçeyê ji bo gelê me diyariyek e. Bi biryara ku îro hat dayîn şehîdên me hatin bibîranîn. Ez li ser navê gelê Helebçeyê spasiya partiyên siyasî yên ku di dayîna vê biryarê de rola wan heye, dikim."
Di dawiya civînê de rayedarên hikûmetê û parlementer kulîlk danîn li abîdeya "şehîdan" ên ku di heyama Sedam Huseyîn de bi bombeyên kimyewî mirin.
Helebçe ji bo ku li hemû Iraqê wek bajêr bê qebûlkirin û biryara ku hat dayîn bibe biryareke fermî, divê Parlementoya Iraqê jî vê biryarê îmze bike. Tê diyarkirin ku parlementerên kurd ji bo ku budçeya Helebçeyê û sînorên wê bên tesdîqkirin li Parlementoya Iraqê teşebûsan bikin.