Piştî hat gotin ku artêşa Iraqê wê operasyonekî ji bo rêxistina terorê DÎŞIyê li dar bixe, gel ji bo ku di nav pevçûnan de nemîne terka bajêr dike.
Yên ku bi rêyên qaçax ji Mûsilê direvin xwe dispêrin Kerkûkê. Ji ber vê jî li Konbajarê Leylanê ya li Kerkûkê cihê vala nema.
Berpirsyarê Eniya Tirkmenan ên Iraqê Hazim Devlet got ku malbatên ku dixwestin li Mûsilê bijîn piştî ku bihîstin wê li bajêr operasyonek çêbibe terka Mûsilê dikin.
Devlet wiha axivî:" Ne bi tenê ji Mûsilê, der û dora bajêr, Telafer û Îyaziyeyê jî diçin. Hejmara penaberên Kampa Leylanê gihîştiye 2 hezar û 400î û êdî cih nemaye. Gelê ji Telaferê direvin li ser sînorê Sûriyeyê rêya çolê dişopînin tên Enbarê. Li wir jî diçin Ramadî, Felluce, Ana, Rava, Nuheyîp û Kerbelayê. Li ser vir jî tên Bexda û Kerkûkê. Ev rêya mirinê ye."
- Serpêhatiyên xwe vegotin
Malbatên ku ji Mûsilê reviyan jê hinekan xwe spartin Kampa Leylanê û ji nûçegihanê AAyê re behsa serpêhatiyên xwe yên nebaş kirin.
Mihemed Yûsifê ku bi malbata xwe ve terka Mûsilê kiriye wiha axivî: "Li bajêr pirsgirêka herî mezin bêkarî ye. Kurên min hemaliyê dikirin, lê bi rojan karê wan tunebû. Bihayên kirya avahiyan zêde bû. Ava vexwarinê pir kêm bû. Bi mehane ceyran tunebû. Bihayê tupekî ji 7 hezaran derkete 45 hezar dinaran. Me dît ku pereyên me qediyan û ewlehiya canê me tune me Mûsil terk kir."
Hişam Muhsînê ku li Iyaziyeya girêdayî Telaferê karmende jî wiha got: "Ez karmendê dewletê me, lê êdî mehaneya me mehê na, sê mehan carekî didan. Di du mehên dawîn de jî xetên telefonê nedixebitîn û eleqeya me û dinyayê nemabû. Li ser gir û avahiyên bilind me dikaribû bi telefonê ve biaxiviyan. Lê ji ber ku DÎŞIyê axaftina telefonê qedexe kir me nikaribû êdî bi tu kesî re telefon bikira. Xaz û tup zêde biha bû ji ber vê me nikaribû em xwarinê çêbikin. Neft biha bû me nikaribu em siwarî texsiyan bibin."
Rêxistina terorê ji 10ê hezîrana 2014an vir ve Mûsilê di destê xwe de digre.