Hat ragihandin ku ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ya ku ji 10ê Hezîrana 2014an û vir ve di destê rêxistina terorê DÎŞIyê de ye di nava çar mehên dawîn de 16 hezar kesî perwerdeya leşkerî stand.
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat hildan li herêma Başîkayê ya girêdayî Mûsilê perwerde didin 8 hezar kesî, li herêma Mexmûrê perwerde didin 3 hezar kesî û li herêma Şêxanê jî perwerde didin 5 hezar kesî. Bi tevahî 16 hezar kes perwerdeya leşkerî distînin. Li herêmên navborî kamp hatin avakirin û li van deran perwerdeya emilandina çekên sivik û giran, xerakirina teqemeniyan, şerê rûbirû, şerê eniyê û belavbûn û pêşveçûna li eraziyê didin leşker û polêsan.
Li kampa leşkerî ya Başîkayê polês û tîmên "swat"ê, bi tevahî 4 hezar û 300 kes perwerde dibînin. Kampa ku tenê 10 kîlomêtre dûrî herêma di kontrola rêxistina terorê DÎŞIyê de ye Pêşmerge diparêze. Kesên ku li kampê perwerde dibînin bêtir ji Mûislê ne. Polêsên tirkman, ereb, kurd, kurdên şebek û xirîstyan diyarkirin ku ew di heman demê de perwerdeya şer dibînin û li bendê ne ku tevî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Hin kesên ji Mûsilê yên ku DÎŞIyê xizmên wan kuştin destnîşankirin ku ew ji bo "tolhildanê" bûn leşker.
- Li benda operasyonê ne
Berpirsê kampê General Vasik Hamdanî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Bernameya perwerdeya me ya ku biqasî 4 mehan domand bi dawî bû. Hemû polês û leşkerên bajarê Mûsilê êdî perwerde bûn. Aniha amade ne ku di operasyona ku ji bo rizgarkirina Mûsilê ya ku dê li dijî rêxistina terorê DÎŞIyê were li dar xistin de cih bigrin."
Hamdanî diyar kir ku hêzên çekdar seranser ji Mûsilê ne û polês û leşkeran, di warê bikaranîna çekan, şer û pevçûnên kolanan û rêbazên DÎŞIyê yên di şer de perwerde standin. Hamdanî bal kişand ku ji bo rizgarkirina Mûsilê divê teqez Pêşmerge û hêzên koalîsyonê jî beşdarî operasyonê bibin.