Li Los Angelesa bajarê DYAyê polêsan li ser kolanê gule berda kesekî mêmal û bêwar.
Şahidên bûyerê li ser Facebookê dîmena kuştinê weşand. Di dîmenê de xuya dike ku ewil polês bi kesekî bêxanî yê ku li ser kolanê kon vegirtibû re têdikeve nîqaşan. Şûnde wî li erdê dirêj dikin û pênc guleyan berdidinê.
Vîdeoya ku şahidên bûyerê li ser Facebookê belavkirin, di demeke nêz de zahf hat temaşekirin û ji ber vê li welat bertekên li dijî polêsan her diçe zêde dibe.
Peywirdar der barê sedema bûyerê û nasnameya kesê ku hat lêdan de agahî nadin. Tê diyarkirin kesê ku bi guleya polêsan birîndar bû piştî bûyerê rakirin nexweşxaneyê, lê li wir mir.
Li dû vîdeoyên ku li ser medyaya civakî belav bûn, rayedaran der heqê polêsên ku tevî bûyerê bûn lêpirsîn dan dest pê kirin.