Qismek êzdiyên ku ji Şengala navçeya Mûsilê revîn li Zaxoya navçeya Dihokê dimînin. Êzdiyên ku hatin herêmê ji bo avê, herî zêde li qeraxê çeman û tirbeyên şêxan ên ji bo wan pîroz dimînin.
Li Pêşxabûra gundê li ser Zaxoyê, êzdî nêzî gumbetên ku gorên mezinên êzdiyan lê ne, bi cih bûn. Êzdiyên ku li gor derfetên xwe li vir konvedan di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Êzdiyên li nêzî gorên kesên ji bo wan pîroz dimînin, diçin kevirên daxwazê datînin li ser gorên wan, daxwaz û diayan dikin.
Qîzên êzdiyan got ku ew ji bo dawî li şer bê û êzdiyên ku hatin revandin bên berdan kevirên daxwazê datînin gumbetê, dia û daxwazan dikin.
Malbatên êzdî jî xwe hînê şert û mercên jiyana penaberiyê dikin. Jin li ser sêlan nan lê dixin. Hin jinên ku beroşên wan nînin jî di tenekeyan de şîvê dipêjin. Hin zarokên penaberan di çem de ajne dikin hin jî bi heriyê dilîzin. Êzdî ava xwe ya ji bo vexwarinê jî ji vî çemê tînin. Lê belê ji ber ku ava çem pak nîne, malbatên êzdî ditirsin ku zarokên wan nexweş bikevin.
Êzdiyên li benda roja vegerê ne gotin ku ew naxwazin ji Iraqê derkevin, em ê heta roja vegerê li Dihokê bin. Êzdî dibêjin heke heta zivistanê venegerin malên xwe dê qeyranek mezin a însanî derkeve holê. Ji ber vê yekê bangî civaka navneteweyî dikin ku alîkarî bide wan.