Azat Muhammet
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
DIHOK
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl der barê operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li ser herêmê ragihand ku, "Berpirsiyara yekem a van operasyonan PKK ye. Lewra çend caran daxwaz hat kirin venekişiyan. Em careke din bangewaziyê dikin ku demildest PKK ji Şengalê vekişe."
Xelîl, der barê operasyonên bi şev li ser baregehên rêxistina terorî PKKyê li Şengalê hatin kirin bo peyamnêrê AAyê axivî.
Xelîl der barê bûyerê de wiha agahî da:
"Me çend caran bi awayekî resmî ji PKKyê daxwaz kir ku ji Şengalê vekişe. Berpirsiyara yekem a van operasyonên firokeyên Tirkiyê PKK ye. Lewra çend caran daxwaz hat kirin venekişiyan. Em careke din bangewaziyê dikin ku demildest PKK ji Şengalê vekişe. Bila herêma me careke din rastî kuştin û wêrankirinan neyê."
Xelîl der barê armanca PKKyê li Şengalê de jî wiha nirxandin kir:
"PKK dixwaze Şengal wêran bibe û xelk perîşan bibe. Her demê bûye asteng li ber avakirina navçeyê. Em nema vê yekê ji PKKyê qebûl dikin. Divê hemû alî dest bidin hev da ku PKK derkeve."