HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bi serokê rûhanî yê xaçparêzan Franciscus re li Vatîkanê hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat dayîn Barzanî û Papa li ser rewşa herêma Kurdistanê û rewşa dawîn a li tevahiya Iraqê sekinîn.
Di daxuyaniyê de cî dan axaftina Barzanî. Barzanî di axaftina xwe de bal kişand li ser çanda bihevrejiyanê ya li herêma Kurdistanê û wiha axivî: "Ji ber ku terorîstên DÎŞIyê êrîşî Mûsil, Şingal û herêmên din ên Iraqê kirin, ji her netewe û komên dînî mirov mecbûr man ku mal û wargehên xwe biterikînin. Xaçparêz, êzdî, misilman û hêmanên din rastî zilmê hatin. Ev mirovên ku malên xwe terikandin xwe sipartin herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê jî bêyî ku tu ferq û mehliyê bike, deriyên xwe ji bo hemû birayên xwe vekirin. Hikûmeta me di mijara arîkariya ji bo penaberan de çi ji destê wê hatiye kiriye."
Barzanî diyar kir ku ji ber penaberên ku jimara wan gelekî zêde ye barê Herêma Kurdistanê gelekî giran e û ji Papa xwest ku bangî hemû dewletên cîhanê û raya giştî ya navneteweyî bike ku arîkariyan bikin.
Papa Franciscus jî ji ber ku "herêm û hikûmeta Kurdistanê bêyî ku tu ferq û mehliyê bike arîkariya penaberan kir" em spasiya wan dikin û destnîşan kir ku çanda bihevrejiyanê ya li herêma Kurdistanê hêjayê her cure pesindayînê ye. Papa bal kişand ku birêvebiriya kurdan û h3ezên pêşmergeyan di têkoşîna li dijî terorîzmê de roleke gelekî girîng dilîzîn û got gelê li herêmê bi saya vê yekê tên parastin.
Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya têkiliyên xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paûl Rîchard Gallagher re hevdîtin kir. Hat diyarkirin ku Barzanî û Gallagher li ser rewşa penaberên li Iraqê û arîkariyên ku dê bên kirin sekinîn. Di ziyareta Vatîkanê de Arîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî, Wezîrê Karên Diyanetê Kemal Muslim, Berpirsyarê Karên Derve Felah Mistefa û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî jî bi Barzanî re bûn.