Abdullah Tel
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya yek ji bajarên çandiniyê ye û ji bo Tirkiye û herêmê girîng e di mehên payîzê da baran zêde nebarî û ew hişkayî hê jî dewam dike. Niha tirsa hişkayiyê ketiye nav dilê cotkaran lewra heke rewş wiha dewam bike ji ber hişkayiyê wê dexl û dan kêm derkeve.
Şanliurfa di qada zeviyên li serê çandinî tê kirin da piştî Konya û Enqereyê li Tirkiyeyê di rêza sêyemîn da cih digire. Ji sedî 36ên nîskên Tirkiyeyê, ji sedî 10ê genimê Tirkiyeyê û ji sedî 11yê cehê Tirkiyeyê li deşt û zeviyên vî bajarî digihîjin.
Li bajêr salê bi qasî 6 milyon û 394 hezar deqar qad tê ajotin lê îsal di mehên payîzê da baran kêm bû û hişkayî hebû. Ji ber vê jî niha tirs ketiye nav dilê cotkaran. Heke mehên zivistanê jî wiha bi hişkayî derbas bibin wê demê dexl û dan ê ku cotkar hêvî dikin ji zeviyan rakin wê kêmtir bibin û bibe sedema mexdûriyeta cotkaran.
Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Herranê (ZA) Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di salên dawîn da hişkayî zêde bû û ji ber vê yekê jî ber û berekat kêm e.
Çullu destnîşan kir ku ji ber barînê wê cotkar îsal piçek zehmetiyê bibînin.