ANTALYA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa "Gelo Amerîka wê Fethullah Gulen îade bike?" wiha got: "Bê guman divê îade bike, jixwe di navbera me (û Amerîkayê) de peyman heye, hiqûqa navneteweyî heye, peymana navneteweyî heye"
Çavuşoglu hat Antalyayê û beşdarî mevlîda ku ji bo Fatma Çavuşogluya dayîka wî hat xwendin, bû. Çavuşoglu li vê derê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Çavuşoglu li ser pirsa rojnamegerekî ya "Tê gotin ku wê pasaportê kesk ê Fethullah Gulen betal bikin, gelo der heqê vê mijarê de kesî serî li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da?" got ku jixwe pasaportê Fethullah Gulen hat betalkirin û der heqê mijarê de jî agahî dan rayedarên Amerîkayê.
Çavuşoglu daxuyand ku Wezareta Dadê wê bultena sor biweşîne û piştî vê, pêvajo wê li ser belgeyên hiqûqî bimeşe.
Çavuşoglu li ser pirsa "Dema ku bi bultena sor ve lê bigerin, hewce dike ku îadeya wî bikin?" wiha bersîv da: "Bê guman divê îade bike, jixwe di navbera me (û Amerîkayê) de peyman heye, hiqûqa navneteweyî heye, peymana navneteweyî heye. Hem di navbera me û Amerîkayê de peyman heye hem jî di vê meseleyê de heta niha tevkariya me heye."
Çavuşoglu li ser pirsa "Dema ku îade bibe, pêvajoya hiqûqê wê çawa bimeşe?" got ew Wezîrê Karên Derve ye, divê hûn pirsên der heqê pêvajoya darazê de ji Wezareta Dadê bikin.
Mevlîd li bajaroka Turklerê ya navçeya Alanyayê hat xwendin. Osman Çavuşogluyê bavê wî, birayên wî, eqrebayên wî û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Bernameyê bi xwendina Qurana Kerîm ve dest pê kir, piştî re mewlûd hat xwendin û dia kirin.