Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Sempozyûma Tenduristiya Gel û Polîtîkayên Madeyên Hişbir a Navneteweyî ya Hêyva Kesk a Tirkiyeyê ya ku li WOW İstanbul Hotel&Convention Centerê hat lidarxistin bû û wir axaftineke kir. Erdogan diyar kir ku bi mijareke ku mirovahiyê, bi taybetî ciwan û zarokan tehdît dike re rû bi rû ne û got ku "Ev dê çawa bê astengkirin, dê çawa beriya vê bigirin? Her hal dê bi berfirehî di seranserê vê sempozyûmê de li serê bisekinin."
Erdogan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku niha li hember mirovahiyê mijara terorê ya cîhanî ya ku aştî û aramiya cîhanê tehdît dike heye.
Erdogan got ku her kes li ser encaman disekine, tu kes li ser sedeman nasekine û wiha axivî: "Her kes li ser rewşa ku ev du meh in dawîn derket, diaxive. Tu kes bi awayekî bi berfirehî naaxive ka gelo ev rewş çawa derket holê, çawa hat vê astê, ev ciwan çawa dikarin kuştinên ev qas bê rehm dikin. Ez divê li vir mijarekê destnîşan bikim. Çalakiyên terorê yên ku li Rojhilata navîn berdewam dikin û rêxistinê terorê tevî dînê îslamê dikin, ev ji bilî dûrxistina rastiyê tu tiştek din nîne."
Erdogan got ku ez ê vir mînakek bidim, der barê DÎŞIya rêxistina terorê de niha cîhan di nav zîncîra koalîsyon û bergiriyan de civînan dike tê bal hev. DÎŞIya rêxistina terorê li Rojhilata Navîn li gor xwe têkoşînê dide, li welatê min jî PKKya rêxistina terorê ya ku ev 32 sal in berdewam dike heye, gelo vê yekê çima cîhanê aciz nedikir? Gelo çina cîhan bi vê re eleqedar nedibû? Ev ne tenê li welatê min bû. Dema em li şaxên vê dinêrin, di nav welatên Ewropayê yên ku dibêjin "ya min" de şaxên vê rêxistina terorê hene. Çavkaniya pereyan, çek ji wan deran tên. Gelo ev dostên Ewropayî çima qet aciz nabin? Lewra li ber navê vê rêxistinê peyva Îslamê tuneye. Eleqeya wan bi Îslamê tuneye. nexwe derdê wan cuda ye."
Erdogan li ser perwerdeya manewî sekinî û wiha berdewam kir:
"Lê binêrin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hefteyên borî li dijî Tirkiyeyê biryarek da. Verastkirineke wisa xwest ku bi vê verastkirinê xwendekar dê ji dersa agahiya exlaqê û çanda dînê mûaf bên qebûlkirin û di ev bikeve bin temînatê. Di rastiya xwe de ev biryar biryareke xelet e. Ji ber ku li rojavayê mînaka vê yekê tune, tiştek wiha nabe. Hûn li tu derê cîhanê nabînin ku dersa mecbûrî yên fizîkê, dersa mecbûrî yên kimyayê, dersa mecbûrî yên matemetîkê nayên nîqaşkirin lê her çi hikmet e dersa mecbûrî ya agahiya exlaqê û çanda dînê tê nîqaşkirin. Heger li ser hebûna dersên agahiya exlaqê û çanda dînê nîqaş bên kirin, çima ji bikaranîna madeyên hişbiriyê gilîdar dibin? Çima ji teror, tundî, nijadperestî, antîsemîtîzm û Îslamfobiyê gilîdar dibin? Heke hûn dersa mecbûrî ya agahiya exlaqê û çanda dînê bikin mijara nîqaşê, rakin, gelek tabiî ye ku madeyên hişbirê bên û şûna wan dagirin. Şîdet tê, nijadperestî tê şûna wê dadigire."