LEFKOŞA
Alîkarê Serokwezîr ê Serokomariya Tirkiyê ya Qibrîsa Başûr (STQB) û Wezîrê Werziş, Çand, Turîzm û Aboriyê Serdar Denktaş got ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ê Ewrupayê (DMME) ya ku ji bo Tirkiyeyê mehkum bike daye biryareke siyasî ye. Denktaş wiha got:
"Ev biryar ji bo ku Tirkiyeyê ceza bike, rûmên Qibrîsê û Yewnanistanê kêfxweş bike hatiye dayîn. Piştî vê biryarê him Tirkiye û him jî STQB divê tekiliyên xwe û Yekîtiya Ewrupayê cardin ber bi çav re derbas bikin."
DMMEyê ji bo Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê ya di sala 1974an 90 milyon euro pere ceza da Tirkiyeyê. Serdar Denktaş der barê cezaya DMMEyê de ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "YE ji bo ku alikariyê bide aliyê rûman ên Qibrîsê ev biryar daye."
Denktaş got ku di sala 1974an de ji bo aştî pêk bê Tirkiyeyê hêzên xwe şande giravê û ji wir vir ve li giravê tu kesî kes nekuştiye û Ewrupa vê nabîne.