TBMM
Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2014an û Pêşnûmaya Qanûna Hesabê Herî Dawîn ên Rêveberiya Navendî ya Sala 2012an di Lijneya GIştî ya TBMMyê de hat qebûlkirin û bû zagon.
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de ji bo dengdayîna Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2014an 439 parlementer beşdar bûn. Ji bo qebûlkirinê 318 parlementeran got erê lê 121 parlementerên din jî ji bo ku ev pêşnûma neyê qebûlkirin deng dan.
Pêşnûmaya Qanûna Hesabê Herî Dawîn ên Rêveberiya Navendî ya Sala 2012an bi 315 rayan ve hat qebûlkirin. 117 parlementeran jî red kir lê ev pêşnûma jî hat qebûlkirin.