Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bidest xist, çalakvanê xwekuştinê wesaîta bombebarkirî li ber baregeha leşkeriyê teqand. Di êrîşê de ji bilî xwekujer, 3 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn. Di êrîşê de 2 wesaîtên leşkeriyê jî şewitîn.
Piştî êrîşê kesên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên der û dorê û yekîneyên artêşê herêm girtin bin kontrola xwe.
Li Bakûbaya bajarê Iraqê jî îro ber destê sibê bûyerên tundiyê qewimîn û bûyeran de serhengek û 4 polês mirin.