Yuliya Tîmoşenko ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê bi erebeya bi teker anîn qadê. Tîmoşenko li wir bangî hezaran kir û got ku Kîev paytextê mirovên azad e.
Tîmoşenko çalakvan wek "lehengên sedsalê" û "xelaskarên welêt" bi nav kir û diyar kir ku ew kesen ku guleyan dibarînin li ser çalakvanan û mirovên bêsûc dikujin, dê tu carî neyên efûkirin.
Tîmoşenko diyar kir ku ew ji ber ku li cem kesên di çalakiyan de hatin kuştin nebû xemgîn e. Serokwezîra berê bangî çalakvanan kir ku çalakvan çalakiyên xwe bidomînin.
Tîmoşenko ji çalakvanan re got ku heta ku hemû daxwaziyên wan neyê qebûlkirin, divê ew terka meydanan nekin.