Li gorî çapemeniya Ukraynayê, Rayedarê paye bilind yê Xizmetên Parastina Sînorê Dewletê Sergey Astahov got: "Îro li balafirgeha Donetskê, ji ber kêmasiya ewraqên balafirê, destûr nedan ku balafir ji welêt derbikeve. Yanûkovîç jî di vê balafirê de bû."
Her wiha li gorî çapemeniyê, pêşiya ku Yanûkovîç biçe Donetskê li Kharkîvê jî wezîfedarên parastina sînor nehîştin ku Yanûkovîç derkeve derveyê welêt.
Ji aliyê din ve tê îdîakirin ku destûr nedan wezîrê berê Aleksandr Klîmenko û Serdozgerê Komarê Vîktor Pşonko yên ku bi biryara meclisê ji wezîfeya wan hatibûn hildan derkevin derveyê welêt.