SÎVAS
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Sîvasê di mitînga partiya xwe de axivî û wiha got: "Di sala 1919an de li Sîvasê bingeha Şerê Rizagariyê û Komarê hat avêtin, manîfesto hat eşkerekirin. Îro em jî ji bo hilbijartinên 30yê Adarê li Sîvasê dest pê dikin û li gor îdeal û rêgezên 95 sal berê tevdigerin û dubare dikin."
Erdogan destnîşan kir ku em ê li dijî kesên ku ji derve û ji hundir ve dixwazin li Tirkiyeyê operasyonê bikin, sînga xwe bikin sîper û wiha got: "Di rojeva me de keştiyên şer ên neteweyî, perwerde, Projeya Fatîhê, projeyên navneteweyî, Marmaray, pireya sêyemîn, trênên lezgîn heye. Di rojeva CHP û MHPyê de çi heye? Di rojeva wan de astengkirin, gotegot, îftira û sûcdarkirin heye."
"Bi pariyên ku rêxistina paralel diavêje ber wan îdare dikin"
Erdogan di berdewamiyê de wiha axivî: "Ew bi pariyên ku rêxistina paralel diavêje ber wan îdare dikin. Bi guhdarîkirina telefonan îdare dikin. Li welatekî axaftina serokwezîr a bi jin û zarokên wî re tê guhdarîkirin? Ev çawa mirovahî ye, çi wijdan e. Ew tenê gef û şantajan li siyasetmedaran dikin. Niha jî ku ji destê wan were dê li min jî bikin."
Erdogan diyar kir ku li Sîvasê êdî cinazeyên leşkeran nayên û agir bi ocaxa kesî nakeve û wiha got: "Ew ji vê rewşê ditirsin. Çimkî ew şevşevokên xwînmij in."
Erdogan di berdewamiyê de wiha got: ""Bila tu kes hewl nede ku demokrasî û îradeya neteweyî bike bin kontrola xwe. Ew destên qirêj dê negihêjin armanca xwe."