2016 ж. 25 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 26 маусым
HESEKE
Li Qamişloya ser Hasekeya bajarê Sûriyeyê kesên ku ji ber girtina muxalifên siyasî aciz bûn, çalakî li dar xistin û bertek nîşanî PYDê dan.
Bi dehan kesên li ser daxwaza Konseya Neteweyî ya Kurd hatin bal hev xwestin ku bila PYD mehkûmên di girtîgehan da ne serbest bihêle û dev ji revandina muxalifên siyasî jî berde.
Çalakvanan li hemberî biryara PYDê ya ku wê hemû ciwan eskeriyê bikin jî disekinin û dixwazin ew jî di nav da hemû biryarên PYDê yên dereqanûnî û "neheq" bên betalkirin.
Hesen Salihê ji rayedarên Partiya Yekîtiyê ku ew jî di bin banê Konseya Neteweyî ya Kurd da cih digire daxuyanî da û got ku kirinên PYDê bi kêrî rejima Esed tên û tu eleqeya PYDê û demokrasiyê ne ji dûr û ne jî ji nêz va bi hev ra heye.
Salih got ku konseya neteweyî heta ji dest bê wê li hemberî van sepandinên PYDê bisekine û têbikoşe.
Tê gotin ku PYD li herêmên di bin kontrola xwe da gelek siyasetmedarên ku muxalifên wê ne girtiye. Di nav wan kesan da rayedarê Partiya Yekîtiyê Enwer Naso û rayedarê Partiya Yekîtiya Kurdistanê Evdirehman Abû jî hene.