2016 ж. 25 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 25 маусым
ÎSTANBUL
Di Behra Marmarayê da erdheja ku lerza 4,4 bû qewimî.
Li gor agahiyên ji Enstîtuya Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê hatin hildan erdhej di saet 08.40 da qewimî.
Navenda erdheja li Behra Marmarayê ku bi lerza 4,4 hat qeydkirin, hinekî ji perava Yalovayê dûr bû.
Erdhej bi taybetî li aliyê Anadoluyê yê Stenbolê jî hat hîskirin.