2016 ж. 25 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 26 маусым
HEWLÊR
Hat ragihandin ku bi bombe û çekan êrîş birin ser avahiya Rûdawa Koma Medyayê ya li Hewlêrê (Herêma Kurdistnana Iraqê) û di êrîşê da 4 kes birîndar bûn.
Di xebera Rûdawê ya li ser êrîşê da hat gotin ku kesên ku hê nayê zanîn kî ne bombeya desta avêtin û bi çekan gule berdan avahiyê û di êrîşê da Xelîl Reşîdê berpirsê têkiliya bi gel ra û 3 wezîfedarên ewlehiyê birîndar ketin.
Di xeberê da wiha hat gotin: "Bi bombe û çekan êrîşî avahiya navend a Rûdawa Koma Medyayê ya li Hewlêrê kirin, di êrîşê da 4 wezîfedarên me birîndar ketin. Xêncî vê di avahiya me da jî zirara madî çêbû."
Kolana li pêşîya avahiyê ji bo ewlehiyê bi destê hêzên ewlekariyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, ji bo lêpirsînê û derdestkirina êrîşkaran xebat dewam dikin.
Rûdaw wek komeke nêzîkî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî tê zanîn û beriya vê jî çend caran êrîşî wê kiribûn.