2016 ж. 27 шілде•Rojanekirin: 2016 ж. 28 шілде
QAMIŞLO
Li Qamişloya navçeya Hesekê ya Sûriyeyê êrîşeke bibombe hat kirin. Li gor agahiyên ewil di êrîşê de 35 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî li navçeya Qamişloyê li ser xaçerêya Hîlalê nêzîkî baregeheke PYDê ya şaxa rêxistina terorê PKKê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê de 35 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de ji 30yî zêdetir avahiyî de xisar çêbû.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê hejmara miriyan wek 22 eşkere kir.
Çavkanî bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe û der barê teqînê de agahiyên bi hûrgilî nehatin dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşa bibombe ya li Qamişloya navçeya Hesekê ya Sûriyeyê şermezar kir.
Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: "Ez êrîşa terorê ya li Qamişloyê ya ku bû sedema mirîn û birîndarbûna gelek sivîlan bi tundî şermezar dikim. Serê malbata kesên ku mirine sax be û Xwedê şifayê bide birîndaran. Rêxistina terorê DAEŞ dijminê hemû mirovahiyê ye. Ji bo ku terora li herêmê ji holê bê rakirin em ê her tim hemû derfetên di destên me de ne seferber bikin û em ê serkêşiya wê bikşînin."
Barzanî got ku ew ê alîkariya malbata kesên ku di vê êrîşê de mirine û birîndar bûne bikin.
Ajansa nûçeyan a E'maqê ya ku nêzîkî DAEŞa rêxistina terorê ye daxuyandibû ku DAEŞê berpirsyariya vê êrîşê hildaye li ser xwe.