ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo projeya xeta boriyê ya neftê ya di navbera HKIF û Tirkiyeyê de biçe Bexdayê.
Barzanî, beriya civîna lijneya wezîran daxuyanîyek da û wiha got: "Ez dê ji bo hevdîtinên projeya xeta boriyê ya ku dê petrola herêmê bigihîjîne Tirkiyeyê, di demeke nêz de biçime Bexdayê. Di navbera Tirkiye û hikûmeta HKIFê de xebatên ku pêdivî pê hebûn, hatin kirin. Piştî sersalê dê di vê xeta boriyê ya petrolê ra, petrolê bidin Tirkiyeyê. Ez ê peymana di navbera me û Tirkiyeyê de tevî projeyeke nû ve pêşkêşî Hikûmeta Federal a Iraqê bikim. Ez ê agahiyan bidim wan û bi vî awayî dê me fêm bikin. Daxwaza me ew e ku ev peyman ji bo hemû gelê Iraqê bixêr be."