Hat ragihandin ku pereyê nefta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ku di ser Tirkiyeyê re dê belavî dinyayê bibe, dê razînin ser hisabê Fona Pêşketinê ya Iraqê (Development Fund Of Irak-DFI). Fon di sala 2003an de bi destê NYyê li Amerîkayê hatibû damezrandin. Hisabê fonê li Banqeya JP Morganê ye. JP Morgan jî yek ji mezînên Fînansê yên Amerîkayê ye.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, 3 roj berê li Bexdayê hevdîtina Serokwezîrê HKIFyê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî pêk hatibû û di hevdîtinê de der barê sewqiyata neftê de li hev hatibûn. Lê mijara ku herî zêde hikûmeta Bexdayê li ser disekinî ew bû "Gelo hatiniyên neftê, dê razînine kîjan banqeyê?"
Di serdanên Barzanî yên berê yên Enqereyê de jixwe ev mijar hatibû safîkirin. Biyar hatibû dayîn ku hatinî li şûna Halk Banqê, razînin Banqeyeke Amerîkayê.
Di dawiyê de biryar hat dayîn ku pereyê nefta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ku di ser Tirkiyeyê re dê belavî dinyayê bibe, dê razînin ser hisabê Fona Pêşketinê ya Iraqê. Fon di sala 2003an de bi destê NYyê li Amerîkayê hatibû damezrandin. Hisabê fonê li Banqeya JP Morganê ye. JP Morgan jî yek ji mezinên Fînansê yên Amerîkayê ye.
Alîkarê Malikî yê Ji Vejenê Berpirsiyar Huseyin Şehristanî ji ofîsa daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku HKIF û hikûmeta navendî di mijara sewqiyata neftê de li hev hatin. Sewqiyata neftê jî Şîrketa Bazarkirina Neftê ya Neteweyî dê bike. Pereyê neftê jî dê razînin ser hisabê Fona Pêşketinê ya Iraqê.
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokwezîriya Iraqê Eli Mûsawî jî daxuyaniyeke nivîskî da û got hatinaya neftê bi awayekî wekhev û dadmend dê belavî gel bibe.
Parlementerê Diyalayê Hesen Ozmen jî diyar kir ku pereyê ji neftê bê, dê razînin ser hisabê fonê.