ERBÎL
Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Sefîn Dîzaî diyar kir ku ji bo neftê bi Tirkiyeyê re 20 roj berê lihevkirin çêbûye û wiha dewam kir: "Wisa xuya dike ku di demeke kurt de yanî di nav çend hefteyan de neftê bê şandin. Serê salê em ê neftê bişînin."
Dîzaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku neşandina neftê ji ber arizeyên teknîkî bûye û destnîşan kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo îxrackirina neftê nêzî sal û nîvekê ye ku amadehiyên xwe yên teknîkî û dîplomatîk dike.
Dîzaî bal kişand ser xeta ku dê tê de ji Herêma Kurdistana Iraqê neft ji Tirkiyeyê re bê şandin û wiha dewam kir: "Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de peymana şandina neftê hat îmzekirin û her du aliyan jî li hev kir. Lê bi tenê di mijara wext û teknîkî de hin pirsgirêk hene."
-"Serdana Bexdayê ne ji bo qanîkirinê ye"
Li gor hin îdiayan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo ku rê li ber şandina neftê bê vekirin, bi armanca qanîkirina rêvebirên Iraqê diçe Bexdayê. Dîzaî ev îdia piştrast nekir, li hember derket û got: "Bi Tirkiyeyê re 20 roj berê peyman hat çêkirin. Neft di demek nêz de dê bê şandin. Wisa xuya dike ku di demeke kurt de yanî di nav çend hefteyan de neftê bê şandin. Serê salê em ê neftê bişînin. Tê gotin ku ji bo îxrackirina neftê li benda serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ne. Ev tiştekî rast nîne. Di qada teknîkî de dema ku her tişt temam bû em ê wê çaxê neftê bişînin. Serdana Serokwezîr a Bexdayê ji bo bi rêvebirên Iraqê re guftûgoyê ye. Yanî ji bo hemû gelê Iraqê ew ê ji rêvebiran re qala xêra van peymanên neftê bê kirin."
-AAyê xebatên li ser xeta neftê kişand
Di vê navberê de Anadolu Agencyê rewşa dawîn a xeta ku di navbera HKIFê û Tirkiyeyê de kişand. Li hin deran xebat bi dawî bûne lê li deverên nêzî sînorên Tirkiyeyê xebat hê jî didomin. Çêkirina xeta ku bi kîlometreyan dirêj e li hin derên di navbera Fayda û Masker a navçeyên Dihokê de ne didome. Du lûleyên bi 5 mêtroyî bi hev du ve tên danîn û bi makîneyên kar wan dikin çalên ku 2 mêtro kûr in.
Nefta ku ji herêmê tê derxistin dê di depoya Xûrmalaya navçeya Erbîlê de bê komkirin û ji ser xeta neftê dê bişînin Tirkiyeyê.
-Nirxa nefta ku dê bê îxrackirin 11 milyar û 500 milyon dolar e
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Neftê ya HKIFê hat hildan dema ku dest bi şandina neftê bê kirin, rojên ewil dê ji Tirkiyeyê re rojê nêzî 400 hezar warîl neft bê şandin. Ji pey re ev reqam dê bibe milyonek.
Li gor bihayê navneteweyî nefta ku ji Tirkiyeyê re bê şandin dê nirxa wê ya salewext 11 milyar û 500 milyon dolar be. Heke dema ku pergala şandina neftê bi cih bibe ev reqam ji bo salewextê dê bibe 38 milyar dolar.
Li gor destûra bingehîn a Iraqê nefta ku tê firotin pereyê wê ji sedî 17 divê bidin HKIFyê. Lê sala par rêveberiya Bexdayê para HKIFyê neda. Rêveberiya Kurd jî li ser vê tevgerê par bi tankêran neft îxracî Tirkiyeyê kir. Ji bo ku xeta neftê ya di navbera HKIFyê û Tirkiyeyê de bê sazkirin ev demeke dirêj e ku xebat dihatin kirin û ji bo sepandina xebatan Serokwezîrê HKIFyê Nêçîrvan Barzanî Tirkiye ziyaret kiribû û bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinan Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz jî di 2yê çilayê pêşîn de li Hewlêrê diyar kiribû ku ji bo îxraca neftê her tişt temam e lê lazim e ku Bexda û Hewlêr li hev bikin.