ERBÎL
Tîmên agirkuj beriya şewata li avahiya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) girtin û di demeke kurt de tefandin.
Di şewatê de kes nemir lê xisar li beşeke avahiyê ket. Di şewatê qata 4emîn ya avahiyê zirar dît û li hin beşan xisareke ewqasî mezin pêk hat ku êdî nayên bikaranîn. Tê texmînkirin ku şewat ji ber dewreya ceyranê derket.
Ji ber êgir rêyên ku hatibûn girtin, hatin vekirin û her tişt bû wekî berê.
Şewata li avahiya parlementoya, bi saeta Tirkiyeyê di 07.30î de di qata 4emîn de derketibû û pekiyabû qatên jor.