ANKARA
Musteşariya Ewlehiyê û Nîzama Kamûyê diyar kir ku xebateke wan a li ser ku di mûameleyên ticarî de zimanên herêmî jî bên bikaranîn tuneye.
Musteşariyê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro di hin rojnameyan de bi navên "Ticareta bi Kurdî" û "Pêşniyara peymanên bi Kurdî" derketine. Li ser van rapor û pêşnûmayên ku di nûçeyan de tê qalkirin tu xebateke Musteşariya me tuneye.