2016 ж. 17 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 18 тамыз
HESEKE
Li bakurê Sûriyeyê li herêmên ku di destê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê da ne tundî û tehdayiya li dijî kurdên mixalif di heyamên dawîn da zêde bû.
PYD di mehên dawîn da li herêmên ku di dest da ne aktîvîst û siyasetmedarên kurd ên mixalif direvîne û bi ser ofîsên partiyên kurdan û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) da digire.
Rêxistinê di 5ê adarê da Evdirehman Abdûyê endamê ENKSyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) li Efrînê ji mala wî revand. Abdû ji ber ku Rêxistinê zarok bi zorê dikir leşker û ji dikan û fabrîqeyan xerac kom dikir, rexne dikir. Abdû hê jî di destê rêxistinê da ye.
PYDyê di 28ê gulanê da li Amûdiyê bi ser malên Enwer Neso û Ebdullîlah Ociyê aktîvîst û endamê Partiya Yekîtiya Kurdan da girtibû û 30 wan dîl girtibû.
Milîtanên rêxistinê di 11ê tebaxê da li rojhilatê Qamişloyê bi ser ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdan da girtibûn û li ser dîwarên ofîsê nivîsên li dijî endamên ENKS û Mesûd Barzanî da nivîsandibûn.
Kurdên mixalif destnîşan dikin ku di 18ê tebaxê da PYDyê li Dirbesiyê êrîşî meclisa herêmî ya ENKSyê kir û bombe danî ber ofîsê.
Îbrahîm Biroyê Serokê ENKSyê jî çend roj berê bi destê PYDyê li Qamişloyê hatibû revandin û li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê serbest hatibû berdan.
PYDê pêr li Qamişloyê di dema definkirina 2 pêşmergeyên ku di operasyona li Mûsila bajarê Iraqê hatibûn kuştin da 9 endam û 5 endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ya ku di bin banê ENKSê da dixebite derdest kiribû.
Rêxistinê bi darê zorê bi sedan ciwanên kurd ên ku li herêmê dijîn hilda sefên xwe da ku şer bikin.
- "Rêxistin hewl dide ku dengê mixalifan bibire"
Şelal Giduyê ji 11 nûnerên ENKSa ku di Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê da cî digre yek e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku PYD rihetiyê nade gelê kurd ê ku mixalif in.
Gidu diyar kir ku ENKSê ligel van tundiyan xebatên xwe bidomîne û wiha got: "PYD bi vê siyaseta xwe va hewl dide ku dengê mixalifan bibire û li herêmên ku di kontrolê da ye siyaseta herêmê ji holê rake."
Gidu wiha pê da çû: "ENKSê dev ji xebatên xwe bernede û tu gavekî jî paşda nevêje. Ew ê ji hemû tevgerên siyasetê yên kurd ên ku li dinyayê siyasetê dikin ra jî bê bal hev û qala rastiyê bike. Em ê qala hemû îxlalên ku PYD tîne serê endamên meclisê, serokên meclisê û gelê kurd bikin."
Giduyê endamê ENKSê wiha got, "Em ji wan kesên ku bi wan ra bên bal hev bixwazin ku bira li ser PYDê tesîrê bikin ku PYD dev ji van tevgerên xwe berde."
Gidu diyar kir ku DYA û welatên rojava çavê xwe ji îxlalên PYDyê ra digirin. Gidu got ku sedema vê jî bi peywendiya wan a leşkerî ra girêdayî ye û wiha xeberda, "DYA û Welatên Rojava di şerê dijî DAEŞê da bi PYDyê ra di nava peywendiyê da ne. Ji ber hindê jî ji bo demeke kurt dikarin çavê xwe li ber îxlalên PYDyê bigirin."
- "Kiryarên PYDyê dide nîşan ku di emrê rejimê da ye"
Rayedarekî pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê û endamê ENKSyê Xalid Elî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku polîtîkayên PYDyê yên fişarê dide nîşan ku di emrê rejimê da ye.
Elî diyar kir ku tiştên PYD tîne serê însanên li axa di kontrola wê da, rejim jî nake û wiha got, "Kiryarên PYDyê didin îsbatkirin ku bê ka çiqas di bin emrê rejim û îstixbarata wê da ye."
Elî wiha got, "Bi vê helwesta xwe va armanca PYDyê, têkbirina projeya neteweyî ya ku ENKS li ser dixebite ye."
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR) di rapora xwe ya 18ê rêbendanê da daxuyandibû ku li herêmên di kontrola PYDyê da ji jinavbirina nijadê heya desteserkirina keyfî, leşkeriya bi darê zorê û koçberîkirinê, gelek celebên binpêkirina mafên mirovan çêdibin.