2016 ж. 14 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 14 тамыз
HEWLÊR
Hêzên girêdayî PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê li Qamişloya navçeya Hasekeyê Îbrahîm Biroyê Serokê Eniya Niştimanî ya Kurdistana Sûriyeyê (ENKS) revand.
Nurî Birîmoyê Endamê Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) ya ku bin banê ENKSyê de ye der heqê bûyera radestkirinê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hêzên asayîşê yên PYDyê piştî konferanseke ku li Qamişloya girêdayî Hesekeyê hat kirin Îbrahîm Biro û Suleyman Osoyê endamê PDK-Syê revandin."
Birîmo der barê sedema bi destê PYDyê revandin Birîmo de wiha axivî: "Çeteyên girêdayî PYDyê wê herêmê astengî derdixînin ku em fealiyetên siyasî bikin û avahiyên partiyên me digirin. Hemberî me her cure bêrêziyê dikin. Avahiya partiyê ya PDK-Syê ya li Qamişloyê jî girtin."
Birîmo diyar kir ku PYD ENSKyê ji bo xwe xetere dibîne û wiha axivî: "Wek ENKS ji ber ku em bi wan re hevpar tevnagerin tehdeyê li me dikin. Em ê nekevin bin baskê rejima Esed, PYD û Qendîlê."