2016 ж. 14 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 14 тамыз
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biroyê ku ji aliyê PYDya şaxa rêxistina teorê PKKê ya Sûriyê va hatibû revandin, li ser sînorê Sûriye û Iraqê hat berdan.
Endamê Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) Nûrî Birîmo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Îbrahîm Birîmo ku PYDê ew revand, duh bi şev ew anîn ser sînorê Sûriye û Iraqê berdan."
Birîmo diyar kir, Biro ji cihê ku lê berdan û heta kozika pêşmergeyan meşiya û xwe bi pêşmergeyan da nasîn û ew hildan cihekî biewle, rewşa tenduristiya wî baş e.
Biro ji bo têkiliyên siyasî li Qamişloya navçeya Hesekeya Sûriyê bû û duh êvarê ji aliyê terorîstên PYDyî va hatibû revandin û ew biribûn cihekî nediyar.