2016 ж. 14 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 15 тамыз
HELEB/ANKARA
PYDya şaxa rêxistina terorê PKKê ya Sûriyê roja înê bi alîkariya hêzên koalîsyonê ya ku DYA serkêşiya wê dike û hêzên girêdayî Koalîsyona Ereban ên Sûriyeyê, bajarê Minbicê ya ku di destê rêxistina terorê DAEŞê de bû, bi dest xist. Hat ragihandin ku PYDyiyan piştî bidestxistina Mincibê avahiya midûriyeta nifûsê û yên tapuyê şewitandin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist, PYD ji bo ku rewşa nifûsê biguherîne û mal û milkan bi dest bixe li Minbicê avahiya midûriyeta nifûsê û yên tapuyê şewitand. Hat ragihandin ku PYD nahêle erebên sunî û tirkmen ên ku ji ber DAEŞê malên xwe terk kiribûn vegerin malên xwe. Ji bo vê jî dibêje ku DAEŞê di hundirê malan de mayîn bi cih kiriye.
- PYD hewl dide ku pergala nifûsê ya li Minbicê biguhere
Endamê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşker û Muxalifên Sûriyeyê Usame Telcu ji AAyê re daxuyand ku şewat qata ku ewraqên tapuyê lê bûn derket û ev jî balê dikşîne ku ev şewat bizanetî derketiye.
Telcu wiha axivî: "Ji bo me PYD komeke bişik e. Lewra PYDê her tim polîtikayeke tehcîr û paqijiyê ya nijadî meşandiye. Ji bilî vê şewitandina tapuyan wê bi hêsanî alîkariya PYDê bike ku ew dest bide li ser avahî û milkan."
Telcu got ku HSDya (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) ku PYD pêşengtiya wê dike ji ber ku di sefên HSDê da şer nekirine destûrê nade malbatan ku vegerin Minbicê û wiha dewam kir: "Ev rewş dide nîşan ku mexseda PYD li navçeyê nifûsê biguherîne."
- PYD destûrê nade ku hin malbat vegerin gundên xwe
Ji şêniyên Minbicê Ebû Rezaq jî got ku PYDê vegera malbatên ji gundê Şuyuh Tahtani û Şuyuh Fokanî qedexe kir, nifûsa van gundan dora 15 hezaran e.
Rezaq destnîşan kir, PYD destûrê nade şêniyên gundê Bucak û Suluka ku dikeve rojhilata Firatê jî vegerin gundê xwe û wiha dewam kir: "Li gundên derdora bendava Tişrînê eşîra Bubenayê dijî. PYDê ev eşîr jî tehcîr kir. Li derdora bendava Tişrînê mayîna mensûbên eşîran qedexe kir."
Rezaq bal kişand, PYDê gelek gund û beldeyên ereban yên navbera Minbic û Rasûleynê jî vala kirine û wiha dewam kir:
"Li nêzî Tel Ebyadê 50-60 gundiyên gundê tirkmenan hatin tehcîrkirin. Li Minbicê tenê taxeke kurdan heye, li navçê wekî din kurd tunene. Ev jî tenê ji sedî yekê nifûsê ye. PYD vêga bi demografiya navçeyê dilîze. Gelek avahiyên qamûyê şewitand û belge îmha kirin."
Koalîsyona Ereban ya Sûriyê (KES) ku Amerîka piştgiriyê didê û PYDya şaxa PKKê ya Sûriyê îna çûyî navçeya Minbicê ji DAEŞê standibû.
Hêzên KES û PYDyê di dawiya meha gulana borî da li dijî Minbica ku ji sala 2014an vir da di kontrola DAEŞê da ye, dest bi operasyonê kiribûn. Grûbên ku ji rojavayê Feratê bi pêş ketin, gelek gund û bajarok kontrol kirin, ev 2 meh e jî navçe dorpêç kiribûn.
KES di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku PYDya basikê Sûriyê yê rêxistina terorê PKKyê pêşengtiya wê dike da ye.
Rêveberiya Washingtonê pêkutî kiribû ku li rojavayê Firatê divê unsûrên ereb jî beşdariya PYDyê ya di operasyonê da bikin. Enqere jî ev demeke dirêj e ku der barê planên rêxistinê yên ji bo Sûriyê da DYAyê hişyar dike. Herwisa Enqereyê ji DYAyê xwest ku gavên ku seba ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê xeternak in bira nevêje.
Rêveberiya DYAyê pêbawerî dabû Tirkiyê ku piştî kontrolkirina Minbicê ji DAEŞê, hêzên PYDyê yên ku beşdarî operasyonê bûn dê navçeyê biterikînin.
Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê DYAyê (Pentagon) Gordon Trowbridge di daxuyaniya xwe ya piştî kontrolkirina Minbicê wiha gotibû, "Em teqez hesasiyetên dîrokî yên tirkan, yên hikûmeta Iraqê û yên erebên herêmê fêm dikin û bala xwe didin fikarên wan. Em pê zanin ku di tevahiya dîrokê da ev (Minbic) bajarekî ereban e û herwisa em li bendê ne ku piştî temambûna operasyonên leşkerî jî ev wiha bidome."