14 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
HEWLÊR
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biroyê ku ji aliyê PYDya şaxa rêxistina teorê PKKê ya Sûriyê va hatibû revandin, got ku ew tehdît kirine û gotine heke tu vegerî Sûriyê emê te qet qetî bikin û bikujin.
Biro daxuyanî da nûçegihanê AAyê ku ji aliyê PYDê va çawa hatiye revandin û wiha got: "Ez li navenda Qamişloyê bûm û min hin ziyaret dikirin, wê demê çekdar ên PYDê wesaîta min da sekinandin û ez jê peya kirim û li baregeheke ku milîtanên rêxistinê lê diman, ez 6 saetan hatim girtin."
Biro diyar kir, dema ku ew girtî bû, çekdarên PYDê hîç pê ra neaxivîn û wiha dewam kir: "Ji bo ku revandina min hilnedin ser xwe, rayedarên payebilind ên milîtanan derneketin pêşiya min. Li ser sînorê Tirkiyê di baregeheke leşkerî da nêzî 6 saetan mam û paşê wan ez li nêzî sînorê Herêmê Kurdistanê berdam."
Biro diyar kir ku beriya wî berdin, milîtanên PYDyê gef lê xwarin û gotin ku heger tu careke din vegerî Sûriyê tuyê bê qetqetîkirin û kuştin û wiha got, "Min jî bersiv da wan û min got ku mafê tukesî tune ku min ji welatê min dûr bixe. Ezê dubare vegerim."
Biro ji bo pirsa, gelo çima ji aliyê PYDyê va hat revandin jî wiha xeberda:
"PYD her ku diçe hem ji hêla siyasî û hem jî ji hêla leşkerî zeîf dibe. Ev çend sal in zilmê li xelkên li Sûriyê dikin û seba ku ser vî binixumînin jî li pey şerekî navweyî ne. Êrîşî her aliyîkî ku ji xwe ra tehdît dibînin. Ji ber ku ENKSyê jî ji xwe ra wekî tehdît dibînin, timî êrîşî endam û avahiyên partiyên girêdayî me dikin, bi kuştinê gefê li wan dixwin."
- PYD, bi darê zorê bacê kom dike
Biro destnîşan kir ku her diçe halê kurdên Sûriyê xerabtir dibe û xwe dispêrin çendîn hincetan, ji xelk û esnafê Qamişlo bi navê bacê, xeracê berhev dikin.
Biroyê ku ji bo têkiliyên siyasî li Qamişloya navçeya Hesekeya Sûriyê bû, duh êvarê ji aliyê çekdarên PYDê va hatibû revandin û ew biribûn cihekî nediyar û piştî 6 seatan ew berdabûn.