Sevim Hatun
15 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
MÛSIL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, ji bo operasyona li deşta Mûsilê dijî DAEŞa rêxistina terorê hat destpêkirin ji nêz va bişopîne hat herêma şer.
Barzanî ji bo derbarê operasyonê da ji fermandarên pêşmergeyan ên li eniyê bi berfirehî agahiyan bistîne hat baregeha pêşmergeyan a di navbera gundê Verdek û Gezekana nêzî Hazira herêma Mûsilê. Wexta hevdîtina pêşmerge û Barzanî endamên çapemeniyê hilnedan hundir. Barzanî pişt ra hûrgiliyên ku pêşmergeyan bi alîkariya nexşeyan gilî kir guhdar kir. Gava ku Barzanî hat herêmê bi dorfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Sîrvan Barzaniyê Fermandarê pêşmergeyan ê herêma Mexmûr-Guverê yê digel Barzanî hat eniya şer ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Di encama operasyonên ku serê sibê dest pê kirin da me 6 gund xilas kirin û me 15 milîtan kuştin."
Barzanî got ku di şerê bi DAEŞê ra 2 pêşmerge mirin û wiha axivî: "Hêzên me digel hemî astengiyan 14 kîlometre pêş va çûn."
Hat dîtin ku di operasyona ku serê sibê ji sê milan va hat destpêkirin da hêzên koalîsyona navneteweyî ji paş eniyê va alîkariyê didine pêşmergeyan.