2016 ж. 16 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 16 тамыз
MOSKOVA
Wezareta Parastina Ûris ragihand ku firokeyên cengê yên Rûsyayê ji Baregeha Asîmanî ya Hemedanê ya Îranê firê ketin û li armancên li Sûriyê dan.
Di daxuyaniya wezaretê ya ku di çapemeniya ûris da belav bû da hat destnîşankirin ku TU-22M3 û SU-34 firokeyên cengê ji Baregeha Asîmanî ya Hemedanê ya Îranê firê ketin û li amancên li Sûriyê dan.
Di daxuyaniyê da herwisa hat gotin ku firokeyan wezîfeya xwe cîbicî kirin û vergeriyan baregeha li Îranê.
Bi vî awayî ev cara yekê ye ku Rûsya di operasyonên xwe yên Sûriyê da baregeheke li Îranê diemilîne. Firokeyên ûris berê an ji baregeha Himeymîmê ya li Sûriyê an jî ji axa ûris firê diketin û bordûman dikirin.
Di nûçeyên berê da hatibû diyarkirin ku Rûsyayê li Baregeha Asîmanî ya Hemedanê ya Îranê firokeyên cengê cîbicî kirin.