2015 ж. 23 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 23 қыркүйек
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta xebatê bi teyareya taybet a bi navê "TUR"ê di saet 07.50yî da çû Mosqovaya paytextê Rûsyayê.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Midûrê Ewlekariya Bajêr Mustafa Çalişkan, Şaredarê Bajarê Mezin Kadîr Topbaş û rayedarên din Erdogan li Balafirgeha Ataturkê rêwî kirin.
Serokomar Erdogan dê beşdarî vekirina Mizgefta Navend a Moskovayê bibe û li Qesra Kiremlînê bi Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn bê bal hev. Wezîrê Vejen û Çevkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun, Wezîrê Karên Derva Ferîdun Sînîrlîoglu û Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî jî bi Serokomar Erdogan ra çûn Rûsyayê.