2015 ж. 08 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 09 қазан
Serokê Partiya Tevgera Îslamî (Bizotnava) ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Îrfan Elî Ebdulezîz der barê êrîşên esmanî yên ku Rûsya dibe ser Sûriyeyê û nîqaşên serokatiya herêma Kurdistanê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ebdulezîz got ku li Sûriyeyê hedefa rêvebiriya Moskowayê ne DAEŞ e û wiha dewam kir: "Beşşar Esed di nav 4 salên vê dawiyê da bi sedhezaran mirov kuştin. Lê dewleteke ku ji Esed ra bêje 'tu ji ber çi vê yekê dikî' tuneye. Heke çareseriya siyasî dixwazin, çima Esed nadin sekinandin? Çi heqê Rûsyayê heye ku dikeve Sûriyeyê? Ma qey Rûsyayê pirsgirêka Ukraynayê çareser kir ku dikeve Sûriyeyê? Moskowa li Sûriyeyê pey planeke qirêj e. Armanca wê ew e ku Sûriyeyê bêhtir tevlihev bike."
Ebdulezîz got ku tevkariya îstixbaratê ya navbera Rûsya, Iraq, Sûriye û Îranê ji bo kurdên iraqî ne baş e û wiha dewam kir: "Ev welat wiha difikirin 'heke hemû paste para min nekeve jî, ez ê jê perçeyekî bixwim'. Armanca Rûsyayê ew e ku Sûriyeyê perçe bike û weke Kirimê lê dewleteke girêdayî xwe ava bike. Li vê derê elewiyên bijîn û girêdayî Rûsyayê be."
"PKK zirarê dide kurdên Tirkiyeyê"
Ebdulezîz li ser êrîşên vê dawiyê yên PKKya rêxistina terorê sekinî û wiha got:
"Em rast nabînin ku tu rêxistina çekdar li vê derê bimîne. PKK zirarê dide têkiliyên me û welatên cînar û dibe sedem ku li ser axa me pevçûn derkevin. Têkoşîna çekdar zirarê dide kurdên Tirkiyeyê. Her wiha tesîreke neyênî li ser asayîşa herêma Kurdistanê dike."