2015 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 29 қыркүйек
MOSKOWA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya mijara beşdarbûna operasyonên asîmanî yên li dijî rêxistina terorê DAEŞê yên li Sûriyeyê paşguh nake, lêbelê pêkan nîne ku Rûsya beşdarî operasyoneke bejahî bibe.
Pûtîn li dû seredana xwe ya New Yorkê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiv da pirsên rojnamegerên ûris.
Pûtîn ji bo pirsa, "Di vê heyama ku firokeyên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê ne gelo îhtimal heye ku beşdarî hemleyên asîmanî yên li dijî rêxistina terorê DAEŞê bin" wiha got:
"Em mijara beşdarbûna Rûsyayê difikirin. Em tu alternatîfan paşguh nakin. Heger em beşdar bibin jî evê tenê li gorî hiqûqa navneteweyî pêk were."
Pûtîn detnîşan kir ku ne pêkan e artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê beşdarî operasyonên bejahî be û wiha xeberda, "Em li ser wê mijarê hûr dibin ku gelo di têkoşîna dijî terorîzmê de em çawa dikarin alîkariya artêşa Sûriyeyê bikin. Ev têkoşîn divê digel pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê hevkêş bimeşe. lêbelê pêkan nîne ku Rûsya beşdarî operasyoneke bejahî bibe."
Pûtîn qala daxuyaniya Serokê DYAyê Barack Obama û Serokomarê Fransayê François Hollande jî kir û wiha axivî, "Obama û Hollande dibêjin ku Esedê nebe perçeyeke çareseriya siyasî. Gelek rêza min ji hevpîşeyên min ên Amerîkayî û Fransizî heye, lêbelê biqasî ku ez dizanim ew ne welatiyên Sûriyeyê ne. Ji ber vê jî hewce ye têkildarê qedera kifşkirina rêveberiya welatekê din nebin. Ev karê Sûriyeyiyan e."
- Li Bexdayê navenda pêzanînê
Pûtîn got rast e ku bi armanca koordînasyona têkoşîna li dijî rêxistina terorê DAEŞê wan li Bexdayê navenda pêzanînê ava kir. Pûtîn got ku ev navend ji herkesî re vekirî ye.