Önder Beyter
2015 ж. 30 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 30 қыркүйек
MOSKOWA
Şaxa Bilind a Parlementoya Rûsyayê, Konseya Federasyonê pêşniyaza Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn a peywirdarkirina eskerên rûs a ji bo dervayî welat pesend kir.
Serokê Îdareya Kremlînê Sergey Îvanov daxuyand ku li ser daxwaza Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşer Esed, Rûsya û Sûriye dê digel hev li dijî rêxistina terorê DAEŞê hemleyên asîmanî pêk bînin.
Îvanov armanca operasyonê wiha eşkere kir: "Armanca operasyonê ew e ku li dijî rêxistina terorê DAEŞê, ji artêşa Sûriyeyê re tenê alîkariya asîmanî were kirin." Lêbelê Îvanov qala wê xalê nekir ku di operasyonan de eskerên Rûsyayê dê kîjan çekan bi kar bînin.
Îvanov bal kişand ku li gorî qirarê, eskerên ûris dê tenê di operasyonên asîmanî de cih bigirin, dê di hemleyên bejayê de neyên peywirdarkirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn piştî ku ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê vegeriya û şûnde Konseya Ewlekariya Rûsyayê vexwendibû civîna awarte. Herwisa Pûtîn ji parlementoyê daxwaz kiribû ku bira tezkereya ku destûrê dide eskerên ûris li dervayê welat bên peywirdarkirin, derbas bike.