2016 ж. 17 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 18 тамыз
HESEKÊ
Li Qamişloya navçeya Hesekeya Sûriyeyê bi sedan kurd derketin meydanê û polîtîkayên tundiyê û pêkanînên keyfî yên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê protesto kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin sitandin, çalakvana pankartên li dijî PYDê dan destê xwe û çalakiyên li herêmê şermezar kirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku PYDê beriya çalakiyê li navçe û bajarokên Hesekeyê ji 30yî zêdetir alîgirên Konsêya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) derdest kirin û di van demên dawiyê da rêxistinê polîtîkayên tundiyê zêde kirin.
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê pêr li Qamişloyê di dema definkirina 2 pêşmergeyên ku di operasyona li Mûsila bajarê Iraqê hatibûn kuştin da 9 endam û 5 endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ku di bin banê ENKSê da dixebite derdest kiribû.
Îbrahîm Biroyê Serokê ENKSê yê ku ji bo xebatan li Qamişloyê ye di 13ê tebaxê da bi destê terorîstên PYDyî hatibû revandin û sibetirê li sînorê Sûriye-Iraqê hatibû berdan.