AĞRI - FATMA GÜVEN
Kevneşopa ku li herêma Rojhilata Anatolyayê derkete holê, niha bi navê ''Dengbêjiyê'' dewam dike. Dengbêjî, di jiyana gelê kurd de xwediyê cihekî taybet e û nîşaneya rengê jiyana civaka kurdan, edet û kevneşopa kurdan e.
Lêkolîner û nivîskar Ahmet Aras ku bi salan e edebiyata kurdan a devkî û nivîskî vekolay, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku kevneşopa Dengbêjiyê çandeke xas ya kurdan e û li herêmê hêj jî didome.
Aras bal kişand ser peyva dengbêjiyê û got ku koka vê peyvê bi kurdî ye û wiha rawe kir: ''Dengbêjî ji du peyvan pêk tê, ji van peyvan deng bi tirkî tê wateya ''ses'' û bêj jî tê wateya ''soylemek'' ê. Navenda dengbêjiyê Îdîr û derdora Îdirê ye. Dengbêjî cara ewil li herêma ku bi navê Serhedê tê nasîn rû daye. Dengbêjî di heman demê de, nîşaneyek ji wan nîşanan e ku gelê kurd pê tê nasîn. Rengê jiyana gelê kurd e. Dengbêj ew kes in ku kilaman dibêjin û klamên ku dibêjin ew bi xwe diafirînin. Taybetiya dengbêjan ya herî balkêş ew e ku tiştên li gor wî/ê herî girîng di wê kêliyê de dike klam û distre. Divê dengbêj xwedî qabiliyet/behre be û xwediyê dengekî bilind û xurt be.''
Dengbêj şewq û şemala jiyana civakên kurdan in
Aras diyar kir ku çavkaniyên kilamên dengbêjan jiyana civaka kurdan e û ev klam jî li ser erdnîgariya kurdan wek dîrokeke zîndî û neynika civakê ne.
Aras wiha pê de çû: ''Dengbêjek bûyerên civakî yên wek evîn, koç, şer, mirin, dilgeşî û şînê dike stran û disitre. Bi gelemperî dengbêj gund bi gund digerin û kilaman dibêjin û bi vî awayî debara xwe jî dikin. Dengbêj amûreke muzîkê bi kar naynin tenê bi dengek bilind û xurt sitranên xwe dibêjin û hunera xwe îcra dikin. Bandoreke dengbêjan ya xurt li ser civakê heye. Tê zanîn ku di dîrokê de dengbêjên paşayan, mîrên eşîran û began hebûne. Qîmeta malmezinekî bêdengbêj jî tunebûye.''
Aras diyar kir ku Evdalê Zeynikê di civaka kurdan de bi qedr û qîmet e û got: ''Evdalê Zeynikê, şahê dengbêjan e. Bûye efsane. Ji bilî Evdal, dengbêjên navdar ên wek Gula File, Mistefayê Xelê Heyran, Reso, Ferzê, Hecî Abdulkerîm, Zubeyît, Mistefayê Çîftborû, Şakiro, Nûroyê Meter, Faqiye Qizqapanê, Bedîhê Çavzêrîn, Kawîs Axa, Eyşe Şan, Meryemxan, Birê, Tahirxanê Kelaniyê jî hene.
Dema ku ez klamê dibêjim, ez di nav wê kilamê de winda dibim
Havîn Saldûza ku 10 sal e dengbêjiyê dike got ku dengbêjiyê ji bavê xwe hîn bûye û hewl dide ku xwe di vê qadê de pêş bixe.
Saldûzê got: ''Ez li Îdirê dengbêjiyê dikim. Lê tenê min ev ji xwe re nekir wek pîşeyek. Niha daxwaza min ev e ku wê kevneşopa bav û kalan bidomînim û nehêlim têk biçe, tim zîndî bimîne. Ev klam bi tevahî ji bûyerên rasteqîn zayîne. Niha 27 salî me, lê ji 6 saliya xwe vir ve dengbêjan guhdar dikim. Di dawet, hine, mihrîcan û çalakiyan de kilaman dibêjim. Çîrokeke rasteqîn ya her kilamê heye. Mînak kilameke bi navê 'Bavê Serkan' heye, dema ku ez dibêjim, mirov kelegirî dibin û hêsir ji çavên dayikan diherikin. Ev kilam li ser bavê zarokekî bi navê Serkan hatiye gotin. Li gor agahiyan bavê Serkan belasebeb hatiye kuştin û Serkan sêwî maye.''
Dengbêj Mihemedê Mûşî jî diyar kir ku 45 sal e li gund û herêman digere û dengbêjiyê dike. Mihemed got: ''Dengbêjî ew huner e ku mirov hestên xwe û yên civaka xwe yên wek xemgînî, dilşadî, evîn, hesret, mirinê bi zimanê zikmakî û bi dengekî xurt bistre. Li ser rûyê dinyayê tu tişt wek dengbêjiyê mirov kêfxweş nake. Em zêmarên dayikên xwe û evînên ciwanên xwe dikin, stran û distrin.''