Çand û huner

Li Wanê şêniyên taxê çanda kosegeliyê didomînin

Necmettin Karaca  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 05.02.2026
Li Wanê şêniyên taxê çanda kosegeliyê didomînin Necmettin Karaca

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê şeniyên taxê çanda kosegeliyê didomînin, bi vî awayî hem şevên zivistanê bi coş derbas dikin û hem jî alîkariya hev dikin.

Şeniyên Taxa Kemerkopruyê çanda kosegeliyê ya ku hindik maye bê jibîrkirin didomînin.

Kose cil û bergên xwe yên bi gîha û hiriyê va hatiye amadekirin li xwe dike û bi jina xwe va mal bi mal digere, şekir, ard, rûn, den û dexl berhev dike.

Şeniyên taxê jî hewl didin pere û tiştên ku wî berhev kiriye bidizin.

Di dawiya lîstikê da kose û jina wî pere û tiştên ku berhev kirine li taxê kesên ku halê wan nebaş e belav dikin.

Demet Karaya li Kuyucaka navçeya Aydinê dijî û li Dibistana Navîn a Pamukorenê mamosteya teknolojî û sewirandinê ye mijara teza xwe ya lîsansa bilind çanda kosegeliyê hilbijartiye û li ser dixebite.

Karaya hat gund lîstika kosegeliyê temaşe kir.

Mixtarê Taxa Kemerkopruyê Sabrî Ebrem daxuyand ku çanda kosegeliyê bi salan e li gundê wan dewam dike û wiha axivî: "Kose bi jina xwe va ji malan ard, şekir, çay û xwarinên din berhev dike. Gelê taxê jî hewl dide ku tiştên ku kose û jina wî berhev kirine ji wan birevînin. Ev jî dibe sedema coş û kelecanê. Di dawiya lîstikê da tiştên tên berhevkirin li malbatên ku hewcedariyan pê heye tê belavkirin. Ev mînaka hevrabûn û alîkariyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın