Çand û huner

Li Mûşê "Festîvala Berfê" hat lidarxistin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 07.02.2026 - Rojanekırın : 07.02.2026
Li Mûşê "Festîvala Berfê" hat lidarxistin İbrahim Yaldız

Muş

 Festîvala Berfê ya ku Walîtiya Mûşê û Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê li dar xist, dîmenên regîn tê da reng vedan.

Festîvala li Navenda Kaşûnê ya Guzeldaxê ya bi qasî 8 kîlometreyan dûrî navenda bajêr, bi mottoya "Ciwanên bi Werzişê Germ Dibin" hat lidarxistin.

Walî Avnî Çakir li pêşangeha ku çek û alavên herêmî lê bûn geriya û bi beşdaran ra govend gerand.

Zarok û ciwanan bi basketbol, ​​voleybol, metraq, dart û futbola balonê, yên ku ji aliyê Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê va hatin sazkirin, kêf kir.

Nimayişa peraşûta berpalê û kaşûnê ya bi alaya Tirkiyeyê dîmenên rengîn çêkir û zarokan bi xîzankan kêf girt.

Walî Çakir di çalakiyê da axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên werzişî yên ciwanan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın