2015 ж. 25 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қазан
MÛŞ
Ji 30 kesên ku di operasyonên li dijî rêxistina terorê PKKyê yên li Bûlanik (Kop) û Vartoyê (Gimgim) de hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat ragihandin di operasyona ku bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li navbera gundê Saglik û Karlidereyê hat meşandin de di hundirê şikeftekê de 3 tûpên 12 kîloyî, 8 bandên qoliyê û 2 top qabloya ceyranê yên ku di çêkirina teqemeniyan de tên emilandin, hatin dîtin.
Di daxuyaniyê de herwisa hat gotin ku di operasyonên hevpar ên ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr yên li dijî qaşo "dezgeha xweparastinê" ya rêxistina terorê PKKyê ya li navçeya Kop û Gimgimê de 30 berşik hatin binçavkirin û wiha hat gotin:
"Ji 30 tevkarên ku hatin binçavkirin 7 kes piştî miemeleyên edlî bi destê dadgehê hatin girtin û miemeleya edlî ya der heqê 23 kesên din de jî dewam dike. Di operasyonan de li Vartoyê 2 teqemeniyên xumalî yên çalkirî hatine îmhakirin û 14 jî hatine bidestxistin."
Ji xeynî vê di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 demançeyên viroke, 2 qutî fîşeng, 5 tifing û 10 kartûş, bêtêl, cihaza şarjê, 3 kompûter (laptop), 20 têlefonên mobîl, 2 kêr, dûrbîn, dokûmenên rêxistinê, wênegir, 2 flash disk, hin cure CD, M,16 êlengê êrîşê, 2 şarjorên M-16 tifinga peyadeyan û hin cure cure wêne hatin qefaltin.