Jiyan

Li Mûşê bi germbûna hewayê ra welatî pezên xwe li çolê diçêrînin

Sabri Yıldırım  | 26.04.2024 - Rojanekırın : 29.04.2024
Li Mûşê bi germbûna hewayê ra welatî pezên xwe li çolê diçêrînin

Muş

Li Mûşê piştî zivistanê bi germbûna hewayê ra welatî pezên xwe li çolê diçêrînin.

Li bajarê ku zivistana wê dijwar e, piştî ku berf heliya û tebîet şên bû, welatî pezên xwe yên ku di goman da xwedî dikirin berdan çolê.

Welatî pezên xwe li çolê diçêrînin û êvarê jî tînin malê.

Serokê Yekîtiya Xwedîkerên Bizin û Pezên Fehlê ya Mûşê Nîmet Salkim destnîşan kir ku bi biharê ra pezên xwe yên ku di goman da xwedî dikirin berdan çolê.

Nîmet Salkim destnîşan kir li bajêr bi qasî milyonek û 200 hezar serî pez heye û got ku em texmîn dikin ku jê 550 hezar miyî zaye.

Ahmet Yildirimê ji beldeya Sunguyê destnîşan kir ku bi germbûna hewayê ra pezên xwe li çolê diçêrînin û got ku em heywanê xwe zivistanê 5 mehan di goman da xwedî dikin û biharê jî berdidin çolê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın