Li Mûşê tîm ji bo vekirina rêyên ji ber berfê girtî ne xebatên xwe didomînin
Muş
Li Mûşa ku zivistana wê çetin e, tîmên berfê ji bo vekirina rêyên ji ber berfê girtî ne xebatên xwe didomînin.
Ji ber berf û bagera ku bi rojan e bandorê li bajêr dike, gelek rêyên gund û mezrayan hatine girtin.
Tîmên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet ya Mûşê piştî ku di saetên serê sibehê da amadekariyên xwe li şantiyeyan temam kirin, tevî şert û mercên hewayê yên dijwar jî bi makîneyên xwe derdikevin rê.
Tevî hewaya sar, tîm bi şev û roj dixebitin da ku rêyan vekirî bihêlin.
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet ya Mûşê di daxuyaniya xwe da got ku ew bi 68 makîneyên kar û 100 personelî xebatên paqijkirina berfê dimeşînin.
